Li gor raportên malperên herêmî yên Kirmaşanê, di heyama çend rojên borî de li bajarê Kirmaşanê, di bin navên kesên girêdayî û mûptelayê madeyên hişber de 369 kes hatine girtin.
Fermandarê leşkeri yê Îranê Elîriza Merizbanî ji malpera Mîhr re ragehandiye: ‘’Ew kesên ku bi madeyên hişber ve girêdayî û kesên ku gerok bûn piştî bêhnvedanên Newrozê dê bên azad kirin.’’
Girtina wan kesane di demekê de ye ku berî naha yek ji berpirsên payebilind û wezîrê berê yê hikûmeta Îranê Mistefa Pûrmihemedî bi aşkerayî ragehandibû: ‘’Hin kesên di saziyên hikûmetê de bi awayek transît di hatina madeyên hişber ji Efganîstanê ve bo Îranê destê wan heye.’’
Li gor raporta malpera mafê mirov a Hengaw di heyama 8 rojên borî de, ji ber bahaneyên cuda yên hewldana bo rêvebirina pîrozbahiyên Newrozê li çar parêzgehên rojhilatê Kurdistanê 34 hemwelatiyên kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin