Li Stenbolê 8 rojnamevan hatin binçavkirin

rojnamegerî li Tirkiyeyê hêdî hêdî qedexe dibe
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Tirkiyê ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî qeyum danî û 8 xebatkarên rojnameyê binçav kirin.

Polîsê Tirkiyê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê, êriş li avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) û çapxaneya rojnameyê kir. Di operasyonê de 8 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin.

Lêgerîna polîsan heta berdestê sibê berdewam kir. Pişt re jî fermanberekî Fona Sîgortayê bo rojnameyê wek qeyum hat danîn.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê dîtin.

Li gor platforma Hevgirtina Rojnamevanên Girtî, li Tirkiyê 212 rojnamevan di zîndanê de ne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.