Hin aliyê siyasî dixwazên xwepêşandanan bikar bînin

çend ji wan hatine girtin
کوردستان TV
100%

Asayîşa Hewlêrê dibêje hin aliyên siyasî dixwazên xwepêşandanên karmendan bo meramên xwe yên siyasî bikar bînin.

Birêveberatiya giştî ya asayîşa Hewlêrê di derbarê xwepêşandanên karmendên tendirosî û perwerdehî ya li Hewlêrê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku hîn aliyên siyasî dixwazên xwepêşandanên Hewlêrê bo meram û mebestên xwe yên siyasî bikar bînin.

Di daxuyaniha asayîşê de hatiye nivîsandin ku hin aliyên siyasî ku di nava hikûmetê de xwedan pîwerdariyên mezinin bêyî ti hincetek beşdariya xwepêşandanên mamoste û karmendên tendirosî dikin û hewl bo vê yekê didin daku reng û armanca wan xwepêşandanan biguherin û bo meram û mebestên xwe yên siyasî bikar bînin.

Asayîş behsa vê yekê kiriye ku heta niha çend kesek ji wan ji aliyê polîsan ve hatine girtin û vê dadgeh derbarê wan de biryarên pêwîst derbike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.