Birêveberiya Trumpî bi behaneya jehrîkirina casûsê rûs ê berê yê dualî dixebitî li Londonê, biryar da ku 60 dîplomatên rûsî dersînor bike. Herwiha Konsulxaneya Rûsyayê ya li Seattleê jî were girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî têkilîdarî 'bûyera Skripalî' ya li Brîtanyayê biryar da ku 60 dîplomatên rûs dersînor bike.
Hat ragihandin ku 48 kesên ji wan kesên dersînorkirî xebatkarên Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê ne û yên mayî jî xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ne ku navenda wê li New Yorkê ye.
Rayedarên birêveberiya Trumpî îdîa kir ku ew 48 dîplomatên rûs ên dê werin dersînokirin 'peywirdarên îstîxbaratê ên naskirî ne' û 12ên din jî ji misyona Rûsyayê ya NYyê ya li New Yorkê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin