Li Rûsyayê di encama agir têketinê bi dehan kes can dan

hîn jî hijmara rastîn nehatiye belavkirin
کوردستان TV
100%

Agir bi navendekê ket û hijmareke zêde welatî canê xwe ji dest dan.

Li Kemerovo ya herêma Sibîrya ya Rûsya, di mexazeyekê de şewatek derket û bi kêmî ve 48 kesan jiyana xwe ji dest da.

Mediyaya Rûsya ragihand ku bi dehan kes jî wenda ne û di nav wan de zarok jî hene.

Karbidestên Rûs diyar dikin ku dibe ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane zêdetir bibe.

Di hin dîmenan de, ku li ser sosyal mediya hatin belav kirin, însanên ku ji şewatê direvin, xwe ji pencereyan diavêjin derve.

Kemorovo 3600 km li Moskow ya paytaxta Rûsya ye.

Tesîsa lê şewat çêbûyî, di sala 2013'an hatiye ava kirin û têde sînema, restoran û bo zarokan jî bexçeyeke heywanan heye.

Sedema şewatê hîn nayê zanîn, karbidestên Rûs lêpirsîn daye destpê kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.