Ew her du kes xuşik û bira ne.
Jêderêk li Zaxoyê taybet bi Kurdistantvê ragihand ku îro du welatî li rûbara Xabûrî fitisîne û canê xwe ji dest dane.
Jêderê han diyar kir ku ew her du kes xuşik û bira ne û di encama minaqişeyeke nava malê de keça 13 salî xwe avêtiye nava rûbarê Xabûrê.
Pişt re birayê vê xwestiye vê rizgar bike lêbelê ew nikariye xuşika xwe rizgar bike û bi vê awayî ew xuşik û bira di nava rûbarê de canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin