Tevahiya wan biryaran derbarê mûçeyan dene.
Îro Serokatiya civata wezîran ya hikûmeta Kurdistan civiya û di derbarê kêşe û arîşeyên fermanberan yên taybet bi mûçeyên mehane giftûgo kir.
Her di vê civîna han de behsa wan hevkariyên ku ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên pêşmerge tên şandin û pereyên ku ji Bexdayê tên û dahata navxweyî ya Kurdistanî jî hate kirin.
Di civînê de herwiha hatiye gotin ku hikûmet ji dijwariya rewşa jiyana xelkê fêm dike û tevahiya hewlên xwe bo çareser kirina kêşe û arîşeyên han bitevger dike.
Di civînê de sê biryar hatine derkirin ku bi vê rengî ne.
1-Eger Bexda bi awayekî mehane 317 miliyar û 540 miliyon û 465 hezar dîran bişîne, her çend kem be jî lêbelê hikûmeta Kurdistanê dikare ji dahata petrol û dahata navxweyî jî mûçeyan dabîn bike û destkariya paşkefta mûçeya fermanberan bike.
2- Wezareta darayî û abûrî hatiye pîwerdarkirin daku li gorî dahatê di rojên pêşiya me de lîsteya dabeş kirina mûçeyan amade û belav bike.
3- Di rojên pêşde hikûmet tevahiya dahata navxweyî, dahata petrol û ew pereyên ku ji Bexda û Amerîkayê jî tên vê be zelalî eşkere bike û çawetiya mesref kirina wan jî ji raya giştî re eşkere bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin