Diroşimên li dijî Ebadî gotin.
Bi armanca daxwaza sererast kirina nîv mûçeyan xwepêşandana mamostayan li bajarê Hewlêrê destpê kir.
Îro 25.03.2018ê xwepêşandana mamostayan li pêş parka Şaneder destpê kir û xwepêşander daxwaz dikin hikûmeta herêma Kurdistanê sîstema mûçeyên nîv nehêlin û mehane bi awayek temam di dema xwe de mûçeyan dabeş bike. Herwaha biryare sibe jî xwepêşandaneke din a mamostayan ku grubeke din a mamostayan dê pêkbîne li Hewlêrê birêve biçe.
Nerazîbûnên mamostayên herêma Kurdistanê piştî ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz dabû berî cejna Newrozê mûçeyên mamostayan û karmendên tenduristiyê rêbike, lê piştre tenê 317 milyar dînar bo dabeş kirina mûçeyên hemû fermanberên herêma Kurdistanê rêkir û ji ber wê jî herêma Kurdistanê nekarî mûçeyên ti wezaretekê bi temamî dabeş bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin