YPG eşkere kir ku şervanên wan, di 3 rojên dawiyê de, li Efrînê 9 çalakî lidarxistine û di encamdana wan çalakiyan de zêdetirî 60 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve kuştine.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Hesekê ji ajansa nêzîkî YPGê re ragihand, ku "Şervanan li navçeya pîşesazî li Efrînê, êrîşî çekdarên Feyleqa Şamê ya ser bi artêşa Tirkiyeyê ve kirin û di encamê de, 19 çekdar hatin kuştin û 4 otomobîlên leşkerî hatin têkşikandin".
Herwiha Hesekê diyar kir, ku dİ 3 rojên dawiyê, şervanan 9 çalakî li dijî çekdarên beşdar di operasyona artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê de encam dan û 60 çekdar ji wan li Efrînê kuştin û bi dehan jî birîndar kirin.
Artêşa Tirkiyeyê di 2O Rêbendanê de tevî Arteşa Sûriyeya Azad (ASA) yê operasyonek dabû destpêkirin û piştî du mehan ragihandibû ku Efrînê kontrol kiriye.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê ragihandibû ku tevahiya gundên Efrînê hatine kontrolkirin, çavkaniyeke ji 'Artêşa Sûriyeya Azad' (ASA) diyar kiribû ku Artêşa Tirkiyeyê hîn tevahiya Efrînê kontrol nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin