Piştî serdana Helsinkî ciyê Serokê berê yê Katalonya nediyar e

tê gotin li Almanyayê hatiye desteserkirin
کوردستان TV
100%

Tê gotin li Almanyayê hatine desteserkirin.

Îspaniya daxwaza desteser kirina Serokê berê yê herêma otonom ya Katalonyayê Carles Puigdemont ji desthilata Finlandî dike, polîs dibêje wan pêzanînên zêdetir ji Îspaniya divên bi armanca desteser kirinê.

Carles Puigdemont yê ku, li welatê Belcîka li Bruksel dimîne, roja Pêncşem û Înê bi seredanekê li Finlanda bû, li gûr daxwaza endam parlamenên Finlandî wî li zanîngeha Helsinkî semînarek pêşkeş kir bû, nayê zanîn kanê hêj li Finlanda dimîne yan derketiye.

Mikko Karna, endam parlamenê Finlandî yê ku, semînera Carles Puigdemont rêxistî gotîye kenalên mîdyayê, ji roja Înê ew nizanin kanê Puigdemont li ko derê ye.

Berpirsên Finblandî didin zanîn ku, ew nizanîn kanê Îspanya fermana girtina Carles Puigdemont li gûr pîvanên welatên Schengen ê daxwaz kirîye yan na, jiber wê yekê ew pêzanîn di dest wan de nînin kanê bi çi awayî û li gûr kîjan şert û mercan Puigdemont desteser bikin, eger ku hêjî li ser axa Finlanda mabe.

Ji aliyeke din ve çapemeniya cîhanî behsa vê yekê dikin ku nav hatî ji aliyê polîsên Almanî ve hatiye desteserkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.