KCK: Em hêzên xwe ji Şingalê vedikişînin

hikûmeta Kurdistanê çend car daxwaz ji kiribû lê bi ya Îraqê kir
کوردستان TV
100%

KCK dibêje li ser daxwaza Îraq û xelkê Şingalê vedikêşe.

KCKê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku li Şingalê û derdora wê ewlehî hatiye pêkanîn û hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna daxwazên êzidiyan ketiye nava tevgerê û ji ber vê yekê ew hêzên xwe yên li Şingalê vedikişînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveberiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê rewşa Şingalê de daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de ragihand ku ew ê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin.

KCKê di daxuyaniyê de anî ziman ku li Şingalê ew şert û mercên xerab yên sala 2014an ji holê rabûne û got, êzidîiyan rêxistina xwe pêk aniye û li Şingalê û derdora wê jî pirsgirêka ewlehiyê nemaye, ji ber van sedeman hêzên xwe ji wir vedikişînin.

Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku hêzên wan tenê ji bo parastin û rizgarkirina êzidiyan midaxele kiriye û hat gotin, "Gerîlayên me bi aramî û baweriya xw eya gihîştina vê armancê ji Şingaşlê vedikişin."

Herwisa hat destnîşankirin ku piştî tunekirina DIŞIê li Şingalê êzidî bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtin pêk anîne û hikûmetê di encama wan peywendî û hevdîtinan de aniye ziman ku ew ê daxwazên êzidiyan bi cih bînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.