Serokwezîra Brîtanyayê Newroz li gelê Kurd pîroz kir

dibêje Newroz derfete bo Kurd daku destkeftên xwe li ber çavan re derbas bike
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û hêvîdar e sala nû sala aştî û bihevrejiyanê be.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di daxuyaniyekê de wiha dibêje: “Newroz derfeteke daku hemû Kurd bihevre bin, şahiyan bikin û awirekê li destkeftên xwe yên rabirdû bidin.”

Theresa May, amaje bi wê yekê dide ku hikûmeta welatê wê hêvîdar e sala nû sala aştî û bihevrejiyanê be û herwiha têde mafên mirov, dada civakî û azadiya ramanê zêdetir ber bi pêş ve biçe.

Serokwezîra Brîtanyayê hê vî dike “her ferdekî gelê Kurd di vê cejna Newrozê de demeke xweş ligel heval û endamên malbata xwe derbas bike.”

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.