El Cedîd: Iraq di nava gendeliyê de wenda bûye

Îraq di warê gendeliyê de di rêza pêşîn deye
کوردستان TV
100%

Rojnameya El Erebî El Cedîd di raporteke xwe de ragihand ku Iraq di nava gendeliyê de noq bûye 3u ev dosya ji bo hikûmetê pirsgirêkên mezin derdixîne.

Dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi wezîfeyê kir plana rûbirûbûna gendeliyê ragihandibû û niha jî çendîn doseyên gendeliyê yên metirsîdar li ber destê wî ne ku pêwendiya wan bi gelek berpirsên Iraqî re heye.

Herwiha ji bo rêlibergirtina gendeliyê heta niha çendîn komîte hatin avakirin, lê piştî ku wan komîteyan raportên xwe radestî wî kirin, Ebadî dosya girtin û lêkolîna derbarê wan rawestand.

Heyder Ebadî dema dest bi wezîfeya serokwezîrtiyê kir gelek soz ji bo gendelkaran dabû, lê heta niha tiştek jî nehatiye kirin.

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd di raportekê de dibêje: "Niha Iraq di nav çendîn dosyeyên mezin yên gendeliyê de noq bûye, ev dosya pirsgirêkên mezin ji bo hikûmet û welatiyan çêkiriye û li temamê dezgehên dewletê bi awayekî berfireh belav bûye. Digel vê jî Ebadî sînorek ji van dosyayên gendeliyê re nedaniye."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.