Karbidestên Fransî radigihînin ku li Trebes ya li başûrê Fransa, çekdarek ketiye supermarketekê û kesên di nava supermarketê de dîl girtine.
Bajarvanê Trebes jî diyar kir ku di vê bûyerê de heta niha 2 kes birîndar bûne.
Dozgeriya Fransa ragihand ku êrîşvan girêdayî DIŞIê ye.
Operasyona rizgarkirina dîlgirtiyan didome û tîmên têkoşîna dijî terorê jî alîkariyê dikin.
Serokwezîrê Fransa Edouard Philppe da zanîn ku bi ‘’rewşeke gelek cidî’’ re rû bi rû mane.
Karbidest bang li kesên li derdora supermarketê dikin ku dûrî cîhê bûyerê bisekinin.
DIŞIê di sala 2015’an de li Parîsê êrîş li dar xistibûn û di wan êrîşan de 130 kes hatibûn kuştin.
Piştî êrîşan li Fransa rewşa awarte destpê kiribû û di Cotmeha 2017’an de bi dawî bûbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin