Li dola Baleyan artêşa Tirkiyeyê 4 welatiyên medenî kuşt.
Di encama bordimana balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê li dola Baleyan, şeva derbasbûyî 4 welatiyên medenî yên ku şêniyên dola Baleyanin şehîd bûn.
Ev çar welatiyên ku wêneyên wan ji aliyê dezgeha setelîta Kurdistanê ve hatine weşandin, şeva derbasbûyî dema ku meşxûlî seyranê bûne ji aliyê balefirên tirkiyeyê ve hatine armanckirin û canê xwe ji dest dane.
Hêjayê gotinêye ku artêşa Tirkiyeyê hertim bi hinceta hebûna kempên PKKê gund û cêyên welatiyên medenî bordiman dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin