Çekên giran li Kelha Kerkûkê hatin bicîh kirin

Îraq çekên giran li Kerkûkê bicîh kiriye
کوردستان TV
100%

Artêşa Îraqê li Kelha Kerkûkê çekên giran bicîh kir.

Artêşa Îraqê bo pêşî girtin ji pêk kirina agira Newrozê  û çalakiyên şîniyên Kurd yên li Kerkûkê, li Kelha Kerkûkê, hijmareke zêde leşker û çekên giran şandine nava Kelhê û li wir bicîh kiriye.

Ew du roje artêşa Îraqê hijmareke zêde çekdar, zirepuş û çekên giran şandiye Kerkûkê û hewla vê yekê dide ku rê nede Kurdên şîniyên Kerkûkê daku bi minasebeta Newrozê ti çalakiyek lidar bixin.

Şêniyên Kerkûkê behsa vê yekê dikin ku ew sê roje Kerkûk bûye weke leşkergehekî artêşa Îraqê û niha desthilata leşkerî li vê bajarê hakime.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.