Hêzên Tirkiyeyê welatiyekî din qetil kirin

ew welatî 27 salî û bavê du zarokan bû
کوردستان TV
100%

Li devera Serê Kaniyê ew kuştine.

Welatiyekî Kurd li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

welatiyê bi navê Ehmed Îsa (27 salî) li gundê Keşto yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gorî peyvdarê nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê, di demjimêr 9:30 sibehê de guleyek li pişta wî kesî ket û di sîngê wî re derket, heta gihandin nexweşxanê, can da.

Ehmed Îsa karê boyaxê dikir û bavê zarokekê bû.

Duhî jî li Serê Kaniyê zarokekî 10 salî bi navê Ebdilkerîm Nezal li nêzîkî sînor di encama gulebarana artêşa Tirkiyê de birîndar bû û niha li nexweşxanê tê dermankirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.