Iraq: Agahiya me ji rêkeftina Tirkiye û Bexdayê ya li dijî PKKê tune ye

hikûmet dibêje haya me ji tiştekî tuneye
کوردستان TV
100%

Îro duşemê berdevkê hikûmeta lraqê ya Federal ragihand ku ti zanyaryeke wî li ser wê rêkeftina ku hin berpirsên tirk dibêjin ji bo encamdana operasyonên hevbeş yên li ser xaka lraq û Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê hatiye çêkirin, tune ye.

Berdevkê hikûmeta lraqê Seed Elhedîsî berdevkê hikûmeta Iraqê ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Hîç zanyariyeke min li ser wê rêkeftinê tune ye ku hin berpirsên tirk behsê dikin û dibêjin hêzên herdu welatan dê bi hevdu re operasyoneke leşkerî ya hevpar li dijî endamên PKKê yên li devera Şingalê û Qendîlê birêve bibin."

Ji aliyê din Berdevkê PKKê Serhed Varto derbarê mijarê de ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û ev tişt gotin, "Herdû hikûmetên Herêma Kurdistanê û lraqê baş dizanin ku daxwaza dewleta tirk tenê dagirkirina xaka herêmê û lraqê ye û di heman demê de Tirkiye dixwaze dengê kurdan li her kuderê hebe, bêdeng û tune bike."

Varto daxuyand ku ger Tirkiye bikeve nav xaka Herêma Kurdistanê tenê hikûmeta herêmê dê rastî zirarê were, ji ber ku niyeta dewleta tirk baş nîn e. Berdevkê PKKê ev tişt gotin: "Ew yek jî zelal û eşkere ye ku di sala 2014an de dema teroristên DAIŞê êrîş ser herêm û lraqê kir, dewleta tirk piştevaniya wan dikir. Bexda û Hewlêr jî vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku ne Hewlêr û ne jî Bexda rê nadin dewleta tirk ku operasyonên leşkerî li dar bixe û bikeve nav xaka Herêma Kurdistanê."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.