Li Rûsyayê duhî dengdêr ji bo hilbijartina serokê dewletê çûn ser sindoqan. Di encamê de serokê niha Vladimir Putin ji sedî 76.67ê dengan stend. Ev rêje di dîroka Rûsyayê bû rekor. Rêjeya beşdarbûnê jî li gorî sala 2012an zêde bû û gihîşt ji sedî 67.4an.
Putin di dîroka Rûsyayê de rekorek şikand û ji sedî 76.67ê dengan (zêdetirî 56 milyonan) stend. Vladimir Putin piştî teqezbûna encama wê dest bi serokatiya xwe ya serdema 4an bike. Putin di hilbijartinên sala 20a4an de ji sedî 52.94ê dengan, di sala 2012an de jî ji sedî 63.6ê dengan setndibû. Herwisa Putin li Moskowê jî ji sedî 70.88ê dengan stend.
Namzedê duyem ê ku herî zêde deng stend jî namzedê Partiya Komunîst Pavel Grudinin bû. Ji sedî 11.80ê dengdêran (8 milyon û 642 hezar) denge xwe dan Grudinin. Namzedê partiya Demokrat ya Lîberal Vladimir Jîrînovskî jî ji sedî 5.66ê dengan (4 milyon û 148 hezar) bidest xist.
Yekane namzeda jin ya ji Partiya Înisiyatîf ya Sivîl Kseniya Sobçak jî ji sedî 1.67ê dengan (milyonek û 224 hezar) stend.
Namzedê Partiya Yabloko Grigoriy Yavlinskiy ji sedî 1.04ê dengan (zêdetirî 764 hezaran), namzede Partiya Geşbûnê Boris Titov ji sedî 0.76ê dengan (zêdetirî 554 hezaran), namzede Partiya Komunîstên Rûsyayê Maksim Suraykin ji sedî 0.68ê dengan (zêdetirî 498 hezaran), namzede Partiya Yekîtiya Gel Sergey Baburin jî ji sedî 0.65ê dengan (zêdetirî 477 hezaran) stendin.
Li gorî Komisyona Hilbijartinê ya Navenda Rûsyayê piştî jimartina ji sedî 99.75ê dengan rêjeya beşdarbûnê gihîşt ji sedî 67.4an. Ev hejmar nişan da ku li gorî hilbijartinên berê rêjeya beşdarbûnê div ê hilbijartinê de zêde bûye. Di hilbijartinên de berê rêjeya beşdaerbûnê ji sedî 65.3 bû. Kremlînê hêj bi awayekî fermî rêjeya beşdarbûnê eşkere nekiriye.
Li bajarê Moskowê yê paytexta Rûsyayê rêjeya beşdarbûnê wekî ji sedî 59.9 hat tomarkirin. Di hilbijartinên borî de ev rêje ji sedî 58.34 bû. Li St. Petersburgê jî rêjeya beşdarbûnê wekî ji sedî 52.72yan hat ragihandin.
Li hinek herêmên Kamçatka û Çukotkiyê rêjeya beşdarbûnê gihîşt ji sedî sedan. Lê li hinek herêman jî ev rêje kêm bû. Rêjeya beşdarbûnê li Çeçenistanê ji sedî 78.11, li Dagistanê ji sedî 72.04 bû. Ev rêje di sala 2012an de ji sedî 99.61 û ji sedî 91.3ê bû.
Di ankêta VTSIOMê ya navenda lêkolînê ya rayagiştiya rûsî de dihat payîn ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 63-67 be. Di ankêta Weqfa Rayagiştî ya Rûsyayê (FOM) de jî hatibû texmînkirin ku rêjeya beşdarbûnê wê ji sedî 63-64 be.
Pisporan diyar kiribû ku ger rêjeya beşdarbûnê bigihêje ji sedî 65an dê gelekî baş be. Di zêdebûna rêjeya beşdarbûnê de sererastkirina yasay hilbijartinê ya ku di sala 2017an de ji aliyê Putin ve hatibû pesendkirin jî bû xwedî bandor. Li gorî vê sererastkirinê demgdêr ne macbûr bûn ku li herêma xwe deng bidin.
Herwisa Komisyona Hilbijartinê ya Navenda Rûsyayê jî beriya hilbijartinan ji bo beşdarbûnê gelek reklam kiribûn. Li gel vê yekê hêjayî gotinê ye ku li Rûsyayê ti caran rêjeya beşdarbûnê dernektiye ser ji sedî 70yan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin