Civata parêzgeha Kerkûkê doza yasayî li dijî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û kesên bûyerên Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê pêkanîne vekir. Doz li dadgeha federal a Iraqê hate vekirin, ku bûne sedemê dagir kirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şebî ve.
Serokê lîsteya biratiyê li civata parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal diyar kir ku doza yasayî li dadgeha federal a Iraqê li dijî Ebadî vekirine. Ji ber ew fermandarê hêzên çekdar ên Iraqê ye û bi fermana wî proseya leşkeri li ser Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din destpê kir û xelkê jê zerer dît.’’
MIhemed Kemal got: ‘’Me wek nûnerê xelkê doz vekir. Ji ber 16ê cotmehê şûnde gelek xelkê ji hêzên ewlehiyê yên naha li Kerkûkê ne zerer dît.’’
Naha jî bendewarî hene ku dadgeha federal a Iraqê bersiva wê doza encûmena parêzgeha Kerkûkê bide û piştre lêkolînê li bûyerên 16ê cotmehê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin