Iraq: Em amade ne li dijî PKKê hevkariya Tirkiyeyê bikin

Iraq dibêje amadeye li gel Tirkiyeyê operasiyonê bike
کوردستان TV
100%

Serokê Parlamentoya Iraqê li ser daxwaza Tirkiyeyê diyar kir ku ew ji bo operayoneke li dijî endamên PKKê yên li Herêma Kurdistanê û deverê amade ne bi Tirkiyeyê hevkariyê bikin.

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ebdulmelîk Husênî got, "Serokê Parlamentoya Iraqê derbiriye ku ew hebûna hêzên çekdar li ser xaka Iraqê qebûl nakin û Iraq amade ye li dijî PKKê bi Komara Tirkiyeyê re hevkariyê bike."

Husênî herwisa li ser vê hevkariyê anî ziman ku ev karê hikûmeta Iraqê yû me bi berpirsên Tirkiyeyê da zanîn ku berpirsên Iraqê bi erênî li vê meseleyê dinêrin.

Hat gotin ku Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku ew piştgiriyê dide çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di roja 15ê Adara 2018 de serdana Tirkiyeyê kiribû û bi rayedarên payebilind ên wî welatî re kom bûbû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.