Şêwirmendeke din ê Ehmedî Nijad hat girtin

zextên li ser Ehmedînejad zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Li gor çavkaniyê saziya dadweriya Îranê şêwirmend û serokê ofîsa serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nijad, Îsfendiyar Rehîm Meşayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Saziya dadweriyê û ewlehiya Îranê du şêwirmend û kesên nêzîk Ehmedî Nijad digre û saziya dadweriya Îranê sedemê girtina Îsfendiyar Rehîm Meşayî jî aşkera kir û ji ber dadgehê ji wî re ragehandibû Hemîd Beqayî hukim lê hatiye birîn, lê wî ew hukim şewitandiye.

Li gor zanyariyên malpera Mîzan a ser bi saziya dadweriya Îranê duh 17.03.2018ê bi biryara dadwer û bê ku amaje bi tewanê wî bê kirin Îsfendiyar Rehîm Meşayî hatiye girtin û Mehmûd Ehmedî Nijad jî wek bertek ji wê girtinê re ragehandiye ku berpirsyariya giyanî di sitûyê saziya dadweriya Îranê de ye.

Mehmûd Ehmedî Nijad ku 8 salan serokkomarê Îranê bû, du salên dawiyê bûye yek ji rexnegirên hikûmet û bi taybet jî berpirsên saziya dadweriya Îranê û dadweriyê wek sîtemkar û kujer tewanbar dike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.