Li Şirnexê gerîlayên PKKê bi roktê êrîşî qereqolê kir û 6 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi rokêt êrişek dijî qereqola leşkerên Tirkiyê li herêma Nerdoşê pêk hat û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku medya Tirkiyê belav kiriye gerîlayên PKKê dijî yekîneyên leşkerî yên li qereqola geliyê Nerdoşê ya Silopiya êrîşek bi rokêtê pêk anî.
Di encama êrîşê de 6 leşker birîndar bûn û ji 6 leşkerên birîndar 4 jê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û 2 leşkerên din jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragîhandin ku piştî êrîşê oparasyonek berfereh li herêmê destpêkiriye û pevçûn di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de rû daye.
Li herêmê oparasyon dewam e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin