Hat ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê zêdetirî milyonek kes bi birçîbûn û nexweşiyê re rûbirû mane.
Li gorî nûçeyeke ajansa Mehrê ya Îranê, ku dispêrê raporteke çapemeniya Sûriyeyê ji ber êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê zêdetirî milyonek kes bi birçîbûn û nexweşiyê re rûbirû mane.
Di nûçeyê de hat gotin ku artêşa tirk herî dawiyê êrîşê nexweşxaneyekê kir û di encama wê êrîşê de 22 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da.
Herwisa ajansê ragihand ku heta niha di encama êrîşên artêşa tirk de zêdetirî hezar kesên sivîl jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran kes jî birîndar û koçber bûne.
Artêşa tirk di 20ê Rêbendana 2018an de bi hevkariya çekdarên ASAyê êrîşê ser Efrînê kiribû û ev 58 roj in şerê li Efrînê berdewm dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin