PE daxwaz ji Tirkiyeyê dike leşkerên xwe ji Efrînê vekêşe

vê îro dengdan li ser projeyê were kirin
کوردستان TV
100%

PE piroje biryarek derbarê operasiyona Tirkiyeyê ve amade kir.

Komên part û aliyên siyasî yên di nava parlementoya Ewrûpayê de bernivîseke hevpar amade kirin û di bernivîsa han de diyar kirin ku jiber operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê, kêşeyên Sûriyeyê nayên çareser kirin û ew operasiyona han de bandoreke gelek xirap li ser kêşeyên Sûriyeyê dike.

Komên PE’ê dan zanîn ku li gor raportan ji Efrînê sîvîl têne kuştin û bang li Enqerê kir ku operasyona Efrînê rawestîne.

Di bernivîsê de, komên PE ji Tirkiyê daxwaz dikin ku bala xwe bide ser têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne.

Komên PE’ê diyar dikin ku gurbûna şerê li Efrînê û girjiya di navbera Tirkiye û Amerîka de fikaran çêdike.

Komên PE’ê bang li Tirkiyê dikin ku ji Efrînê leşkerên xwe vekişîne. Bo bernivîsa komên PE’ê dê îro Pêncşemê li Strasbourg’ê dengdan were kirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.