Tirkiye dest bi guhertina demografiya herêma Efrînê kir

Tirkiye malbetên cîhadiyan di nava xaniyên Kurdan de bicîh dike
کوردستان TV
100%

Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD)bi daxuyaniyekê ragihand ku "Tirkiye demografiya herêma Efrînê diguherîne û malbatên komên li gel wê şer dikin li gundên Efrînê bi cîh dike" û bangî efrîniyan kir ku zûka vegerin malên xwe.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê sûdê ji "bêdengiya civaka navdewletî" digire û operasyona xwe li dijî Efrînê dewam dike.

MSDê daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Êdî plana hikûmeta Tirkiyeyê bi zelalî eşkere dibe ku armanc dike hebûna neteweyî ya kurdî qir bike û demografiya herêmê biguherîne ku Tirkiyeyê dest pê kir malbatên çeteyên di bin fermandariya wê de şer dikin ji kampa tînin û wan li ser mal û xaniyên gundên Efrînê bi cî dikin.”

Herwiha MSD di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye xanî û malên gundên efrîniyan ên ku ji ber bombebarana Artêşa Tirkiyeyê vala bûne li ser wan malbatan belav dike û wiha dewam kir: "Xaniyên sivîlan dikin armanc da ku wan koçber bikin û demografiya herêmê biguherînin ku ya dawî li gundê Biêdînayê bû û kuştina neh sivîlan bû".

Ji aliyê din ve, MSD bangî xelkê Efrînê kir ku "xwe bi erd û gundên xwe bigirin û heta ji wan were dest ji malên xwe bernedin" û wiha dewma kir: "Eger niştîcih neçar man ji malên xwe derkevin jî bila zûtirin dem vegerin malên xwe, nexasim ew deverên ku xeter li wan tine be."

Di berdewamiya daxuyaniyê de MSDê operaysona Tirkiyeyê wek "siyaseta qirkirina giştî" bi nav kir û bangî civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî kir ku "bêdengiyê bişkîne û bi bêalîbûna xwe tev li tawanên Tirkiyeyê nebin"

MSD biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya hejmara 2401ê û rewşa Xûtaya Rojhilat bi bîr anîn û got: Ev mesele ihtimala rastbûna wan agahiyan nîşan dide ku pevguhertinek heye û xelkê Efrîn û Xûtayê bedela wê didin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.