NY: Ev hefteyek ava Efrînê hatiye birîn

Tirkiye bi qut kirina avê dixwaze xelkê neçar bike ji bajar derbikeve
کوردستان TV
100%

Bajarvanîya Efrînê bi tankeran avê dide rûniştvanan.

Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê ragihand ku çavkaniyên avê li bajarê Efrînê, hefyeke e ku hatiye birîn.

Ofîsa Karên Mirovahî ya Neteyên Yekbûyî (OHCA) ragihand ku piştî bendava Meydankê kete destê hêzên ser bi Tirkiyê, avê bajêr hatiye qûtkirin.

Di demên dawî de bi hezaran kes, jiber şerê berdewam, cîh û warên xwe terkandin û xwe sipartin navenda bajarê Efrînê û deverên bin kontrola hikûmeta Sûrî.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku av û elektrîk li Efrînê tuneye, piştî ku hêzên Tirk kargehên çêkirina elektrîkê li bendava Maydankê daxistine.

SOHR bal kişandibû ku bi bomberana ji firokan û êrîşên bejeyî û jiber pevçûnên tund yên li ser erdê, rewşa trajîk ya mirovahî hîn xirabtir dibe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.