Fransa dîsa rexneyên tund li Tirkiyeyê dike

operasiyona Tirkiyeyê xizmeta DIŞIê dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku operasyona Tirkîyê ya bi ser Efrînê de dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Karbidestên Fransa, Tirkiyê jiber operasyona Efrinê, ku nêzî du meh in didome, bi zimanekî tund rexne dikin.

Le Drian da zanîn ku fikarên bo berevanîya sînor rêwa ne, lê ew nayê wê wateyê ku Tirkiye êrîşe bibe ser herêma Efrînê.

Le Drian dîyar kir ku rewşa li herêma Efrînê cidî û giran e da zanîn ku Parîs ketîye fikaran ku operasyonên Artêşa Tirk têkoşîna dijî DIŞI qels bike.

Wezîrê Derve yê Fransa bi bîr xist ku welatê wan ji berê de hevalbendê Kurdan e û Kurdan di sitandina Reqa ji DIŞIê de roleke girîng lîstiye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.