Walîtiya bajarê Wanê daxuyand ku li giştiyê bajarê Wanê bikaranîna 103 deşt û zozanan ji bo bikaranîna gel û koçeran hatine qedexekirin.
Li bajarê Wanê ya Tirkiyeyê rêbazên bikaranîna deşt û zozanan ji aliyê walîtiyê ve ji nû ve hatin verastkirin. Li bajêr 561 deşt û zozan ji gel re hatin vekirin, 103 deşt û zozan jî ji gel û koçeran re hatin qedexekirin.
Walîtiya Wanê daxuyand ku 103 zozan û deştên bajarê Wanê wek ‘herêmên ewlehiyên demkî yên leşkerî' hatine îlankirin û ji bo bikaranîna gel û koçberan hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesên li gor biryarên qedexeyan tevnegerin wê derbarê wan de lêpirsîn bên destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin