Qesra Sipî ragihand ku Donald Trump vexwendina hevdîtinê ya Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un pejirandiye, lê dê toleyên dijî wî welatî bidomin.
Kim, di hevdîtina bi Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Koreya Başûr Chung Eui-yong re dabû zanîn ku dixwaze bi Trump re bicive.
Chung, daxwaze hevdîtinê do li pêş Qesra Sipî ji bîragiştî re eşkere kir.
Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ji Twitterê da zanîn ku dê hevdîtin pêk were, lê ewê cîh û dîrok piştre werin diyar kirin.
Sanders da zanîn ku Amerîka li bende ye ku Koreya Bakur çekên kîmyayî pûç bike û ewê toleyên dijî wî welatî bidomînin.
Chung dabû zanîn ku Kim dîyar kiriye ku ewê êdî muşekan neceribîne û li ber e ku heta meha Gulanê, Trump û Kim kom bibin.
Karbidestê ji Koreya Başûr da zanîn ku Amerîka dê di meha Nîsanê de li Nîvgirava Kore hîndariya behrê bike û Kim Jong Un jî gotiye ku ew fehm dike ku bo çi divê tetbîqat bidomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin