Jiber ku dizî kirine di nava mehekê de 65 kes hatine girtin.
Birêveberatiya polîsê Silêmanî diyar kir ku di nava meha dudiyan de 65 kes ku dizî kirine ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê Silêmanî diyardeya dizî kirinê li vê bajarê zêde bûye û jibilî wan 65 kesan ku jiber dizî kirinê hatine girtin, 18 kesên din jî jiber sextekarî û hîle kirin li xelkê hatine girtin û radestî dadgehê hatine kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin