Li gor raportên çavkaniyên mafê mirov li rojhilatê Kurdistanê di heyama yek sala borî de bi giştî 41 jinên kurd ên çalakvan ji aliyê navendên ewlehiya Îranê ve hatine girtin, 6 jin hukmê zîndanê ji bo wan hatiye dayîn û 2 jin jî hatine darve kirin.
Li gor amarên tomarkirî yên navenda amaran a malpera Mafê Mirov Hengaw, ji 8ê Adara sala 2017ê heta îro 8ê Adarê 2018ê bi giştî 41 jinên kurd ji aliyê saziyên ewlehiya Îranê ve li navçeyên cuda yên rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Li gor heman raportê di yek sala borî de 24 jinên kurd bi tometa çalakiyên siyasî û beşdarî li civînên nerazîbûnan, 9 jinên din ên kurd bi tometa çalakiyên mezhebî (sunne û Bahayî) û 6 jin jî ji ber çalakiyên sivîl û keçek temenê wê 5 salî jî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin.
Hejmara jinan a herî zêde lê hatine girtin parêzgeha Sine bûye ku 17 jinên kurd lê hatin girtin. Herwaha parêzgeha Ormiyê 11, parêzgeha Kirmaşanê 9 û li parêzgeha Îlamê jî 4 jin hatine girtin.
Herwaha hat ragehandin ku di yek sala borî de 6 jinên kurd bi tometa siyasî û sivîl cezayê zîndanê li wan hatiye birîn û herwaha bi qemçî lêdan û dayîna cerîme ango cezayê pare li wan hatiye birîn.
Ew jinên çalakvan ên kurd hemû bi sê sal û sê meh cezayê zîndanê û 100 qemçiyên lêdanê û 3 milyon 600 hezar tûmen parê Îranê ve hatine ceza kirin.
Heman demê de di vê heyamê de du jinên kurd bi tometa rakirin û firotina madeyên hişber li girtîgeha navendî ya Reşt hatine darve kirin.
Ew du jinên kurd ên hatin darve kirin yek ji wan xelkê Ormiyê bû, ya din jî xelkê Qûçan a ser bi parêzgeha Xorasan a Rezewî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin