Sê zarok ku birayên hevin hatin kuştin

tirkiye berdewame li ser kuştina xelkê sivîl li Efrînê
کوردستان TV
100%


Kuştina sivîlan li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve didome.

Di encama topbaranê de li ser gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê de, 3 zarok ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Di roja 48’emîn de TSK û komên OSO yên girêdayê TSK’ê êrişên li dijî Efrînê didome. Di van êrişên hewayî û bejahî de her diçe hejmara mirina sivîlan zêdetir dibe.

Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê artêşa Tirk ji  seetên sibê de, bajarê Efrînê û derdora wê topbaran dike. Di vê çarçoveyê de, topek li malekê yê li gundê Tirindê ket û di encamê de sê zarok ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Dayika zarokan û kurê wê yê din ê sê salî jî birîndar bûn. Zarokê bi navê Hisên (15), Rifet (10), Hale (14) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dayika zarokan Binefş Abdullrehman (39) û zarokê xwe yê birîndar niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin û rewşa wan baş e.

Li Cindirêsê bambebarana hewayî

Her wiha li navçeya Cindirêsê bi awayê bê navber TSK ji hewa ve bombe dibarîne. Ji bejahiyê ve jî bê navber li navçeyê top dibarînin. Li gel bomberana hewayî û bejahî li derdora Cindirêsê di navbera YPG-YPJ û Artêşa Tirk a Çekdar û komên OSO de şerên bi şid didome.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.