SOHR: Şam hin hêzên din dişîne Gutaya Rojhilat

rejîm hewl dide Xoteya Rojhilat kontrol bike
کوردستان TV
100%


Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku artêşa Sûriyê li eniyên nû yên Gutaya Rojhilat, bi sedan leşker bi cîh kirine.

Rêberê SOHR’ê Ramî Abdulrahman diyar kir ku hêza herî kêm ji 700 leşker pêk tê, roja Sêşemê ji Halebê bi rêketîye û li eniyên li rojavayê Gutaya Rojhilat bi cîh bûne.

Artêşa Sûriyê bi hevkarîya Rûsya, ji 18’ê Sibatê vir ve operasyona dijî Gutaya Rojhilat berfirehtir kiriye.

SOHR’ê da zanîn ku di êrîşan de bi kêmî ve 800 sîvîl hatine kuştin û 40 ji sedê Gutaya Rojhilat ketiye destê hêzên Esad.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.