Peyamnêrê The Independentê Patrick Cockburn ê Rojhilata Navîn li ser rewşa Efrînê û şerê navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re nivîs û diyar kir ku şerê li Efrînê dê bi qasî yê Heleb, Xûtaya Rojhilatî û Reqayê xwînî be. Peyamnêr diyar kir ku Tirkiye ji ber windahiyên zêde xwe dûr bigire, dê ji hewa ve û topan bajêr wêran bikin.
Peyamnêrê Rojhilata Navîn ê The Independentê Patrick Cockburn diyar kir ku, "Yekîneyên ereb ku bi kurdan re din av tifaqê de ne, hêzên xwe yên li rojhilata Firatê ku li dijî DAIŞê şer dikin, ji bo êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bidin rawestandin sewqî bakur dike. Roja sêşemê hezar û 700 çekdarên ereb ber bi Efrînê bi rê ketin û Tirkiye ji Amerîkayê daxwaz kir ku pêşî li wan hêzan bigire."
Nivîskarê brîtanî diyar kir ku Artêşa Tirkiye dixwaze berî herêmên derdor kontrol bike û navenda Efrînê dorpêç bike û got: "Dê li navenda Efrînê şerên dijwar rû bidin û ev muhtemel dê wek Xutaya Rojhilat, Reqa û Helebê bi xwînî be. Şervanên YPGê ji sala 2012an vir ve tecrûbeya şer bi dest xistine û vê tecrübeye jî li hember rêxistina terorîst a DAIŞê qezanc kirin. Îhtîmale ku ev yek li Efrînê pêk were: Generalên tirk ji ber windahiyên zêde xwe dûr bigirin, dê ji hewan ve û topan bajêr wêran bikin. Tişta herî xeter ev e ku windahiyên mezên ên sivîl pêk werin."
Cockburn wiha pê de çû: "Kurdên li Sûriyeyê ji tehdîdeke li dijî hebûna xwe ditirsin. Kurd difikirin ku Tirkiye ne tenê Efrînê, dixwaze hemû axa ku ji sala 2015an vir ve bi piştgiriya Amerîka bi dest xistine kontrol bike. Hin alî jî bawer dikin ku têkçûna li Efrînê, tê wateya paqijiya etnîkî û gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû sedî 55 Efrînê ereb, sedî 35ê wan kurdên ku piştre li bajêr hatine bicihkirin û sedî 6-7ê wan jî tirkmen in û em ê Efrînê radestî xwediyê wan bikin, didin nîşandan. Serokên kurd jî difikirin ku Erdogan dixwaze korîdorekî sûnnî ya di bin kontrola tirkan de li bakur û rojavayê Helebê ava bike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin