Karwanekî alîkariyên mirovahî îro di deriyê sînor ê Til Koçer re ji Îraqê derbasî herêma Cizîrê bû.
Piştî ku karûbarên qanûnî bi aliyên peywendîdar re yên Îraqê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê re hatin bidawîkirin, hejmareke kamyonên alîkariyan ji Îraqê derbasî herêma Bakurê Sûriyeyê hatin kirin. Evan alîkariyên hatine derbaskirin dê bi riya rêxistin û saziyên peywendîdar ên Bakurê Sûriyeyê bêne belavkirin.
Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Alîkariyan a herêma Cizîrê Cûdî Awî got ku evan kamyonên alîkariyan ên hatine derbaskirin di bin sîwana rêxistinên navnetewî yên weke Bernameya Xurek a Navnetewî (WFP) û Ajansa Hevkariya Teknîkî û Geşedanê (ACTED) û rêxistina El-Cisir (UPP) de tên meşandin.
Cûdî Awî got ku 9 kamyonên alîkariyan ên hatine derbaskirin û 5 kamyonên din jî ku bi madeyên tenduristiyê dagirtîne li benda derbaskirinê ne.
Cûdî aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dewleta Îraqê û rayedarên rêxistinên alîkariyan ên Netewên Yekbûyî silav û got ku vekirina deriyê sînor ê Til Koçer gaveke gelekî baş e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin