Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li hemî aliyên li Sûriyê dike ku şer rawestînin û bihêlin ku alîkariya mirovahî bigiheje cîhên hewcedar.
"Sekreterê Giştî pesna wêrekiya hemî karmendên alîkariya mirovahî li Sûriyê dide ku bê rewestan karê xwe dikin ku alîkariya jîndarî bigehînin sîvîlên Sûrî.
Guterres, banga xwe di vê demê de dike ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jî bo gotûbêjkirina binpêkirina agirbestê îro Çarşemê dicive
Hêjayî balikşandinê ye ku jiber serketînebûna agirbesta Civata Ewlekariyê li Sûrîyê, Brîtanya û Fransa daxwaza civîneke girtî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin