Pence, peyaman bo desteka Îsraîlê da û got ku ew ragihandina Qudisê weke payîtexta Îsraîlê destek dikin. Pence, Îranê “bi vekişandina ji peymana nukleerî” tehdîd kir.
Pence ragihand ku wê di meha gulanê de balyozxaneya wan ya Qudisê vebe. Pence ragihand ku Trump “bo aştiyê” vê biryarê daye û got: “Me rastiyê di ser çîrokan de girt.”
Li ser mijara peymana nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de, Pence weha got: “Eger peymana nukleerî di mehên pêşiya me de li hev rast nebe, wê Amerîka gavekê zûtir ji peymanê vekişe. Hem piştî têkçûna DIŞIê, em nahêlin ku serkeftin bibe ya Îranê.”
Amerîka Îranê tehdîd dike
Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, Îranê bi nukleerê tehdîd kir. Pence di konferansa Komîta Têkiliyên Amerîka-Îsraîlê de axifî.
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin