Di 3 êrîşan de dehan sîvîlên Efrînê bûn qurbanî

Operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê didome û Duşemê roja herî bi tund ya hember sîvîlan bû.
کوردستان TV
100%


​Di êrîşên esmanî û topbarana artêşa Tirk ya ser jimareke gund û bajaran de, bi dehan kesan jîyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Rojnamevanê şer Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re da zanîn ku di 24 seetan de 3 êrêîşên mezin çêbûne û tê de pirtir 18 kesan jîyana xwe ji dest dane û nêzî 50 jî birîndar bûne.
Şamî got: Li bajarokê Cîndirêsê jiber bombebarana firokan, 3 zarok di nav de, 13 kes hatin kuştin. Li gundê Firêriyê yê girêdayî wî bajarokî, yek ji wan zarok, 3 kes hatin kuştin 10 jî birîndar bûn," 
Wî bi berdewamî da zanîn ku li devera Reco li gundê Berbenê dema ku sîvîlan hewil dida ji herêmê birevin, ew hatin topbaran kirin û di encam de 22 kes birîndar bûn û jineke pîr jî hat kuştin.
Şamî dîyar kir ku şer û pevçûnên dijwar li seranserê enîyên şer didomin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.