Keştiya şirketa ENI ya Îtalyayê ji bo derxistina xaza xwezayî hatibû Behra Spî ya Qibrisa Başûr. Lê keştiyên leşkerî yên Tirkiyê li hember wan astengî derxistibûn. hat ragihandin ku keştiyên Amerîkayê yên leşkerî werin Qibrisê.
Rakêşiya di navbera Tirkiye û Qibrîsa Başûr ya li ser derxistina petrolê li Behra Spî berdewam e. Li ser navê Qibrisa Başûr şirketa Îtalyayê ENI li derxistina petrolê dixebite. Beriya heyvek keştita Îtalyayê ya bi navê Sapien 12000 li Behra Spî ji aliyê keştiyên leşkerî yên Tirkiyê ve hatibûn astengkirin.
Hat ragihandin ku ji vir pêde wê şirketa ExxonMobil li behra Spî lêkolîna petrolê bike. Ji bo parastina keştiyên şirketê jî, fîloya 6emîn ya hêzên deryayê yê Amerîkayê li wir amade be. Ji aliyê Hêzên Deryayî yê Amerikayê ve hat ragihandin ku 3 keştiyên leşkerî çûne Behra Spî nêzê Qibrisa Başûr.
Filoya 6emîn ya Amerîkayê hat Qibrisa Başûr
Keştiya şirketa ENI ya Îtalyayê hatibû Behra Spî ya Qibrisa Başûr
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin