Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) diyar kir ku jiber opeasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê, têkoşîna dijî DIŞIê bi awayekî operasyonî’’ sekiniye.
Berdevkê Pentagon’ê Robert Manning, di preskonferansa li wezaretê de da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hin operasyonên xwe yên dijî DIŞIê rawestandine.
Berdevkekî din yê Pentangonê Adrian Rankine-Galloway jî diyar kir ku hin şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengiya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, bala xwe nadin ser têkoşîna dijî DIŞIê û hin hêzên HSD’ê ji eniyên xwe çûne.
Galloway got: Hin şervanên HSD’ê ji Newala Çemê Feratê derketin û herhal çûn li Efrînê şer bikin.
Retuers’ê jî ji zarê karbidestekî Amerîkî, ku navê wî eşkere nekir, piştrast kir ku di nav du hefteyên dawî de bi sedan şervanên HSD’ê ji Newala Çemê Feratê çûne.
Karbidestên Pentagonê didin zanîn ku tevî ku şervanên HSD’ê cîhên xwe guherandine jî êrîşên esmanî yên dijî DIŞIê didomin û axa ji dest wê rêxistinê hatiye sitandin tê parastin.
Pentagon: Tirkiye wisa kir ku şerê dijî DIŞIê raweste
Pentagon diyar kir ku jiber opeasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê, têkoşîna dijî DIŞIê bi awayekî operasyonî’’ sekiniye
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin