Hat ragihandin ku rêvebiriya Bexdayê ji Amerîkayê daxwaz kir ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û li şûna leşkerên alman bi cih bike.
Îddîa di rojnameya Tagesschauya Almanyayê de cih girt. Li gor nûçeyê, rêvebiriya Bexdayê ev demeke dirêj e bi Wezareta Parastin û Derve ya Almanyayê re hevdîtinan dimeşîne û Iraqê ji Almanyayê daxwaz kiriye ku hejmara leşkerên xwe yên li Bexdayê zêde bike. Li gor nûçeyê herdu welatan di vê mijarê de li hev kirine.
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî hefteya borî di serdaneke xweya Rûsyayê de gotibû: "Desthilatiya welatê me ji bo me xeta sor e û nabe Amerîka bi awayekî mayîn de li Iraqê bimîne."
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran fermandar û milîsên Heşda Şeibî jî ji bo Amerîka Iraqê biterikîne daxuyaniyên tund belav dikin.
Bexda: Bila Amerîka vekişe û leşkerên Almanî werin
Îddîa di rojnameya Tagesschauya Almanyayê de cih girt.
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin