Almanya hijmara leşkerên xwe li Îraqê zêde dike

ew biryara almanyayê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî deye
کوردستان TV
100%

 

Li gor ku, rojnameya Die Tageszeitung ya Almanî belav kiriye, ku hikûmeta Iraqê ji Almanya xwestiye, hêzeke zêdetir ji pizîşkên serbazî û hejmarek serbaz bişîne Iraqê.

Di raporekê de, rojnameya navhatî diyar kir, ku ev demek e hikûmeta Iraqê danûstandinan li gel wezaretên bergirî û derve yên Almanya destpê kiriye û di dawiyê de, Hikûmeta Almanya razî bûye ku hêzên xwe li Iraqê zêde bike.

Ev yek di demekê de ye, milîsên ser bi Heşda Şebî ve, bi awayekî berdewam gefan li hêzên biyanî dikin daku ji nav axa axa Iraqê derkevin.

Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ya li dijî DIŞIê, hejmarek ji serbazên xwe şand Iraq û Herêma Kurdistanê, daku rahênana hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.