Piştî 4 salan; Rêya Dihuk-Mûsilê hate vekirin

jiber şerê dijî DIŞIê hatibû daxistin
کوردستان TV
100%

 

Bi amadebûna parêzgarên Mûsil û Dihuokê rêya navbera Dihuk-Mûsilê piştî 4 salan bi fermî ji bo bazirganiyê hate vekirin.

Di konferanseke rojnamevaniya hevbeş de, her du parêzgarên Dihuk û Mûsilê ragihandin û dane xuyakirin, ku plan heye pêngav bi pêngav tevgera bazirganî ya navbera Mûsil û Dihukê were çalakkirin.

Parêzgarê  Dihukê Ferhad Etrûşî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, rêya Dihuk-Mûsilê ji bo bazirganiya navbera Kurdistanê û Iraqê herwiha welatên din jî giringiya xwe heye, ji ber ku yek ji rêyên sereke yên Iraqê ye û tekez kir, ku vekirina wê rêyê dê ji bo xelkê asayî û bazirganan sûda wê hebe.

Etrûşî diyar kir, piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve û bi alîkariya hêzên pêşmerge, wan daxwaz ji serkirdatiya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kiribû, daku di vekirina wê rêyê de lezê bikin û got: Niha jî em hêvîdarin ku Pêşmerge û Artêşa Iraqê ewlehiya deverê û wê rêyê biparêzin.

Di dema vekirina riya Dihuk- Mûsilê de, Parêzgarê Neynewayê (Mûsilê) Newfel Hemadî jî ragihand, wan bi biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, biryara vekirina rêya bazirganî ya di navbera Dihuk-Mûsilê de daye.

Newfel Hemadî herwiha got, ev yek dê bibe destpêkeke herî baş ji bo vegerandina jiyanê ji bo bajarê Mûsilê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.