Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hikûmeta Kurdistanê bi cidî dilgirane ji wê yekê ku di bûdceya 2018 ya Iraqê de mafên gelê Kurdistanê nehatine hesibandin.
Îro encumena wezîran ya Kurdistanê li ser mijara bûdceya Iraqê civiya. Piştî civînê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê ji wê yekê nîgeran e ku mafên gelê Kurdistanê di qanûna bûdceya Iraqê de nehatine hesibandin û bûdceya Iraqê bêyî kurdan hatiye hesibandin û pesendkirin.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, dê li ser wê mijarê bi partiyên siyasî û firaksyonên parlamentoya Kurdistanê re hevdîtin bikin û helwestek giştî li ser mijara bûdceyê nîşan bidin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku ew li benda helwesta serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm in û got, pirensîba şirîkatiyê di mijara bûdceyê de hat binpêkirin. Em ji vê yekê nîgeran in û divê serokomarê Iraqê li hember vê yekê helwesta xwe nîşan bide.
Parlamentoya Iraqê roja 2 vê mehê, bûdceya sala 2018 ya Iraqê pesend kir. Di wê civînê de parlamenterên kurd beşdar nebibûn lê ruxmî wê yekê bûdce hat pesendkirin.
Di qanûna bûdceya Iraqê de pişka Kurdistanê hatiye kêmkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin