Jêderên herêmî ji Efrînê radigihînin ku di roja 44emîn a operasyona artêşa Tirkiyeyê û komên piştevaniya wan dike ya li ser Efrînê de, li 7 eniyan şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Hat ragihandin şerê navbera YPGê û hezên girêdayî Tirkiyeyê ku dixwazin bikevin Efrînê de, li navçe û herêmên Şiyê, Cindirêsê, Bilbilê, Şera û navenda Racoyê berdewam dike û artêşa Tirkyeyê bi topxaneyan û balafiran bênavber bombebaranê dike.
Herwiha tê ragihandin, bi taybet li navçeya Racoyê ku beriya niha artêşa Tirkiyeyê ragihandibû ew navçe kontrol kiriye û ji aliyê jêderên YPGê ve jî ev agahî hatibû redkirin, şerê kuçeyan bi dijwarî berdewam dike.
Jêderên leşkerî yên Efrînê li gor zanyariyên dawî dibêjin, niha şerê herî dijwar li 7 eniyên, gundên Şiyê; Mistika, Erendê, Cindirês; Qiyê, Hemilkê, Raco; Hec Xelîl, Şera; Qeqina û Berava berdewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin