Rûsya xaza Ukraynayê birî

jiber bê gaziyê debistan hatin daxistin
کوردستان TV
100%

Şîrkeya enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom sewqiyata xaza xwezayî ya Ukraynayê da rawestandin û ji ber sermayê dibistan hatin tatîlkirin.

Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ku navenda wê Îsweçe, roja çarşemê biryar dabû ku Rûsya berpirsiyariya xwe li hemberê Urkaynayê bicîh neaniye û cezayê pere dabû Rûsyayê. Miqdarê pere jî li dora 2.56 mîlyar dolarî bû. Vê biryara dadgehê Rûsyayê zahf aciz kiriye.

Li hember cezayê dadgehê, Rûsya  ji vê mehê û pê de xazê ji ser Ukraynayê birî û hem perê ku Ukrayna pêşîn bo xazê dabû, bi paşde da Ukraynayê. Ukrayna jî bi sedema tinebûna enerjiyê dibistanan, kreş û zankoyan tatîl kir.

Rêvebiriya Ukraynayê bo santralên elektrîkê emir da, da di şûna xazê de petrolê bikarbînin. Li ser birîna xazê Ukrayna, ji Polonyayê xazê kirî  lê wê Neftoxaza Ukraynayê bo lihevkirina bi Xazproma Rûsya re, wê li rêya lihevkirinê bigere.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.