Li Başûrê Kurdistanî alîkarî bo Efrînê hat kom kirin

pêdiviyên tendirustî hatine komkirin
کوردستان TV
100%

Li Başurê Kurdistanê gel ji bo Efrînê di nava liv û tevgerê de ye. Li Silêmaniyê ji bo Efrînê, di nava 2 rojan de 11 ton derman û pêwîstiyên tenduristiyê hat komkirin. Li Hewlêrê jî kampanyaya ‘Hawara Efrînê’ hate destpêkirin.

Li Ofîsa Heyva Sor a Kurd ya Silêmaniyê îro Şaxê Sendîka Karmendên Tendursitiyê ya Silêmaniyê alîkariya derman û pêwîstiyên tendustiyê ya di nava du rojan de ji Efrînê re komkirin eşkere kir û ragihand ku wê alîkariyê bigihînin Efrînê.

Serokê Şaxê Sendîka Karmendên Tendursitiyê ya Silêmaniyê Hevjîn Osman wiha got; "Di nava 2 rojên kampanya komkirina alîkariyê ji bo Efrînê nêzîkî 11 ton derman û hemû cureyên pêwîstiyên bijîşkî hat komkirin. Me dikarî kampanya xwe çend rojên din berdewam bikin, lê em dixwazin alîkariyê di zûtirin demê de bigihînin Efrînê. Tîmên tenduristinê hemû pêwîstî û alîkarî amade kirine, em li benda bersivê ne, ji bo bikarin alîkariyê bigihînîn Efrînê."

Li Hewlêrê jî Desteya Piştgiriya Efrînê ji bo komkirina alîkariyê dest bi kampanya bi navê 'Hewara Efrînê' kir. Her wiha Desteya Piştgiriya Efrînê bang li gelê Hewlêrê kir ku alîkariya xwe bigihînin kampanyayê.

Endamê Desteya Piştgiriya Efrînê Hewar Kurdî têkildarî kampanyayê agahî dan û diyar kirin ku "Ji bo berdewamkirina piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê me dest bi vê kampanyayê kir û em dixwazin ji Efrînê re bêjin ku bajarê Hewlêrê piştgiriya te dike.  Wê kampamya 9 rojan berdewam bike. Wê rojene saet 10:00'an destpê bike û heya saet 22:00'an berdewam bike. Emê alîkariya welatiyan di van saetan de bigirîn. "

Endamê Desteya Piştgiriya Efrînê Hewar Kurdî herî dawî bang li gel kir ku piştgiriya gelê Efrînê bikin û got ku dem hatiye piştgiriya Efrînê bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.