Pêşmergeyê ku duh rastî êrîşa bombeyî hatibû şehîd bû

dohê birîndar bibû û îro jî şehîd bû
کوردستان TV
100%

Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) duh li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke bombeyî hatibû şehîd bû.

Li navçeya Bineslawa ya Hewlêrê duh wesayîta Pêşmergeyê PDK-Îyê yê bi navê Sabah Rahmanî rastî êrişeke bombeyî hatibû û di wê êrişê de kurê wî şehîd bûbû û ew bi xwe jî bo giranî birîndar bûbû.

Rahmanî ku 33 salî bû û xwediyê du zarokan bû îro tevî hemû hewldanên bijişkî jî ne hat xilaskirin û şehîd bû.

Bombeya ku di wesayîta pêşmergeyên PDK-Îyê de hatibû bicihkirin teqiya bû.

Asayîşa Kurdistanê di derbarê wê teqînê de lêkolîneke berfireh dabû destpêkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.