Pentagon: Artêşa Amerîkî bo berevaniyê amadeye

Pentagon bersifa Pûtîn da
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Berevaniyê Dana White diyar kir ku ew jiber axaftina Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser çekên navokî şaş nebûne û ew bo berevanîya neteweya Amerîkî amade ne.

Whita dîyar kir ku ti eleqeya pergala berevaniya muşekî ya Amerîka bi Rûsya re tune.

Qesra Sipî jî da zanîn ku hêzên Amerîkî di berevaniyê de bêrikeber in û ewê wisa jî bidome.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabbe Sanders da zanîn ku Putin tiştên ku Amerîka ji berê de zanibûn eşkere kirine.

Putin diyar kiribû ku Rûsya hin çekên navokî yên nû diceribîne û di nav wan de hin muşekên ku dikarin hemî pergalên berevaniyê derbaz bikin, hene.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.